Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin, Lîbya Ser Çekdarên ji Îdlibê Hişyar Dike


Serokê Rûsya Vladmir Putin, li Roma ya Îtalya, Lîbya ser çekdarên ji Îdlibê hişyar kir.

Putin da zanîn çekdar ji Îdlibê diçin Lîbya û ew rewş fikaran çêdike.

Wî da zanîn ku rewşa Lîbya jî xirab dibe û bang li alîyên şer yên wî welatî kir ku agirbestê ragihînin û bo çareserîya sîyasî dest bi danûstandinan bikin.

Li Lîbya yek li Tobruk ya li rojhilata welêt yek jî li Trablus ya paytext, du hikûmet hene.

Artêşa Neteweyî ya Lîbya, ku li Tobrukê di bin fermana Xelîfe Hefter de ye ji Misir û Erebistana Saudî piştgirîyê distîne.

Tê îdia kirin ku rêvebirîya Tobrukê ji Rûsya û Fransa jî piştgirîya dîplomatîk û leşkerî distîne.

Hikûmeta li Trablusê jî Qatar, Îtalya û Tirkîyê piştgirîyê werdigire.

XS
SM
MD
LG