Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin di Kêşeya ligel Kurdan de Yekbûna Îraqê Diparêze


Serokê Rûsya Vladimir Putin îro li Moskowê got ku ew yekbûna axa Îraqê diparêzin.

Putin di prenskonferansa salane de, wek bersîva pirsa derheqa referanduma Kurdistana Îraqê got ku divê kêşeyên heyî di çarçoveya qanûna bingehîn ya Îraqê de werin çareser kirin.

"Divê her tişt, bê pêngavên neçaverekirî û di çarçoveya qanûnê de werin kirin û rêz li yekbûna axa Îraqê were girtin."

Kompanya herî mezin ya Rûsî Rosneft demeke zûtir ya vê salê, ji ser hikûmeta Îraqê borîbû û peymanek bi karbidestên Kurd re îmza kiribû.

Putin got ku karê Rosneft li Kurdistanê girîng e û feyde ji Îraqê, Kurdistanê û aborîya Rûsya re bîne.

XS
SM
MD
LG