Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Em Dixwazin Danûstandinên Hikûmeta Sûrîyê û Komên Kurdan Destpê Bikin


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Moskowê kom bûn.

Di civînê de her du rêber se çêkirina herêma ewle ya li Sûrîyê û rewşa şerê navxweyî yê li wî welatî axifîn.

Piştî civînê, Putin û Erdogan bi hev re preskonferanseke hevbeş li dar xistin.

Putin dîyar kir ku vekişîna hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê ‘’gaveke erênî ye’’ û Erdogan jî da zanîn ku ‘’divê rêxistinên terorîst valahîya li dû Amerîka çêdibe danegirin’’

Amerîka di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike, lê Tirkîye wê ji rêxistinên terorîst dihesibîne.

Putin diyar kir ku ew dixwazin ku di navbera hêzên Kurdan û hikûmeta Sûrîyê de danûstandin destpê bikin.

Wî da zanîn ku ew dixwazin ku kêşeya li Sûrîyê bi rêkên dîplomatîk çareser bibin û got ku ser vê mijarê bi Erdogan re danûstandin kirine.

XS
SM
MD
LG