Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Ger Pêdivî Be Em Dikarin Alîkarîya Leşkerî Bidin Lukashenko


Putin û Lukashenko (Arşîv)
Putin û Lukashenko (Arşîv)

Rûsya îro Yekşemê ragihand ku ger pêdivî be ew dikare hêzên leşkerî Belarûsyayê da ku bikare xwepêşandanên nerazîbûnê kontrol bike.

“Serokê Rûsya Vladimir Putin, ji rêberê Belarûsî Aleksander Lukashenko re got ku ger pêdivî be ew dikare alîkarîya leşkerî bişîne,” Kremlînê ragihand.

Daxuyanîya Rûsyayê di vê demê de tê ku yek jî xwepêşandanên herî mezin ya dijî Lukashenko tê darxistin.

Kremlînê got ku pêşnîyara alîkarîya di çarçoveya peymana leşkerî ya navbera her du alîyan de û jiber givaştinên bîyanî yên ser li Belarûsyayê hatiye kirin, lê zelal nekir ku ew hêz kî ne.

Tevî ku di demên borî de peywendîya Rûsya bu Lukashenko rene baş bûn jî, Moskow rewşa wî welatî ji nêz ve dişopîne jiber ku zeta borî ya derfirotina enerjî ya Rûsî ji wî welatî digiheje Ewrupa.

Rûsya, herwiha Belarûsyayê wek herêmeke tampon ya dijî NATO’yê jî dibîne.

Komîsyona Hilbijartinê ya Belarûsê hefteya borî ragihandibû ku Lukashenko, ku 26 sal in li desthilatê ye, 80 ji sedê dengan sitandiye û bi ser ketiye.

Li ser eşkerebûna encaman protesto destpê kiribûn ku di pevçûnan de heta niha 2 kes hatine kuştin û bi qasî 6000 kes jî hatine desteser kirin.

XS
SM
MD
LG