Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vladimir Putin: Emê Muşekên Nû Çêkin


Russian President Vladimir Putin speaks at the Eastern Economic Forum in Vladivostok, Russia, Sept. 5, 2019.
Russian President Vladimir Putin speaks at the Eastern Economic Forum in Vladivostok, Russia, Sept. 5, 2019.

Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ewê muşekên ku bi peymana navokî hatine qedexe kirin, çêkin.

Putin da zanîn ku ger Amerîka muşekên xwe li hin welatan bi cîh neke ewê jî bi cîh nekin.

‘’Kesê li serê Pentagonê gava dibêje ewê muşekên xwe li Japonya yan Koreya Başûr bi cîh bikin ew me xemgîn dike û fikaran çêdike’’ Putin got.

Wî dîyar kir ku ew bang li Amerîka dikin ku pêşbazîya çekan kêm bike, lê da zanîn ku Washington bersîvê nade vê bangê.

Amerîka, meha borî bi awayekî fermî ji Peymana Menzîla Navîn ya Hêzên Navokî (INF) vekişîyabû.

Ew peymana ku muşekên menzîldirêj qedexe dike, di sala 1987’an de di navbera Amerîka û Yekîtîya Sovyetê de hatibû îmza kirin û piştre bi Rûsya re dewam kiribû.

XS
SM
MD
LG