Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Ku Pêdivî Be Emê Dîsa Hêza Xwe Bişînin Sûrîyê


Serokê Rûsyayê dibêje her çend wan leşkerê xwe li Sûrîyê vekêşandibin jî ew dikarin di navebera çend saetan de hêzên xwe dîsa bikîşin vê derê.

Di nîşankirina serbazên di şerî Sûrî da cih girtî Putin got ew naxwaze kêşeyê tûjtir bike û hêvîyên xwe anîn ziman ku di navbeyna karbidestên Surî û grubên opozîsyonê da peymanek aştîyê çêbe.

Fermandarê Rûsî yê esmanî got vekêşandina piranî leşkerên Rûsî ji Sûrîyê di navbera du û sê rojekan da teva bibe.

Welatên Yekbûyî Amerîka texmîn dike ku Rûsyayê 3000 heta 6000 leşker li Sûrîyê hene û Rûsya dibêje nêzîkî 1000 leşkerê wan dê di Sûrîyê da bimîne.

XS
SM
MD
LG