Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Hêzên Bîyan Rê li Ber Başbûna Sûrîyê Digirin


Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku hêzên bîyan yên bêyî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûrîyê cîh dibin, rê li ber başbûna Sûrîyê digirin.

Putin da zanîn ew hêz dikin ku Sûrîye bi awayekî dijwar birînên xwe yên aborî bipêçe.

Kremlînê ew gotinên Putin piştî wî Serokomarê Sûrîyê Beşar Esad jiber serketina di hilbijartinên serokomarîyê yên welêt de pîroz kir û bi wî re li Mokoswê kom bû, ragihand.

Li gor daxuyanîya Kremlînê, Putin dibêje ku ‘’Terorîstên zarareke mezin dîtine, hikûmeta Sûrîyê ya bi pêşengîya Esad 90 ji sedê welêt kontrol dike.’’

Şerê navxweyî ya li Sûrîyê di sala 2011’an de destpê kiribû û Esad bi piştgirîya Rûsya hema bêje temamê axa ji dest wî derketibû bi şûnde sitand.

Esad, ku herî dawî di sala 2015’an de li Moskowê bi Putin re civîyabû, jiber piştgirîya Rûsya ya dijî ‘’belavbûna terorîzmê’’ spasîya rêberê Rûs kir.

Wî pesna artêşên Sûrî û Rûs da û ser toleyên dijî Sûrîyê jî got ku ‘’nerêwa ne’’ û ‘’dijî mirovahîyê’’ ne.

XS
SM
MD
LG