Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Piştî Agirbestê jî Wê Êrîşên Dijî DAIŞ û Nusra Berdewam Bikim


Ajansa AFP ji zarê Serokê Rûsya Vladimir Putin radigihîne ku Mokosw wê şerê dijî terorîzmî bidomîne.

Putin îro Înê dubare kir ku wê êrîşên wan yên esmanî hember cîhadîyên DAIŞê, Nusra û grubên din yên terortîst berdewam bikin, piştî ku rêkeftina “sekinandina neyartîyan” têkeve jîyanê.

Putin bi bîr anî ku DAIŞ û El Nusra ji alîyê Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ve, wek rêxistinên terorîst hatine nîşan kirin, loma jî ew di rêkeftina “sekinandina neyartîyan” de cîh nagirin.

Putin bi berdewamî got ku şerê wan ya dijî terorê bi biryardarî û bî şik wê berdewam bike.

XS
SM
MD
LG