Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump û Putin Ser Sûrîyê Axifîn


Qesra Sipî bi daxuyanîyeke nivîski ragihand ku Serok Trump bi Serokomarê Rûsya Vladimir Putin re bi rêka telefonê axifîye.

Li gor daxuyanîyê, her du serok ser Sûrîye, Îran, Koreya Bakur û Ukrayna peyivîn û axaftina wan ji demjimêrekê zêdetir dom kir.

Qesra Sipî dîyar kir ku her du serok ser hin mijarên Sûrîyê li hev kiriye.

Di 11’ê Sermawezê de, li Hilcivîna Hevkarîya Aborî ya Asya-Pasîfîk de Amerîka û Rûsya daxuyanîyeke hevpar dabû. Qesra Sipî da zanîn ku Trump û Putin careke din ser piştgirîya wê daxuyanîyê axifîne.

Serok Trump di axaftina bi Putin re, girîngîya Peyvajoya Cenevrê ya bo çareserkirina şerê navxweyî ya Sûrîyê bi bîr xist. Her du serok ji hev re da zanîn ku ew dixwazin kêşeya Sûrîyê bi dawî bibe, Sûrî vegerin warên xwe û ew piştgirîya xwe ya bo yekîtîya Sûrîyê ya bi îstiqrar bidomînin.

Her du serok li hev kir ku li Asya Navîn û li Rojhilata Navîn bo hevkarîya dijî rêxistinên terorê yên wek DAIŞ, El-Qayde, Talîban zêdêtir rêkan bibînin.

Serok Trump û Putin herwiha ser aştîyeke mayînde ya li Ukrayna û bo bidawîkirina bernameya navokî ya Koreya Bakur pêwîstîya dewamkirina zexta navneteweyî ya li ser wî welatî axifîn.

XS
SM
MD
LG