Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Ji Min re Ne Xem E ku Axaftina Min ya ligel Trump Were Weşandin


Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Çarşemê got ku ewê dijberîya weşandina naveroka axaftina wî ya telefonî ya ligel Serokê Amerîka Donald Trump neke.

“Dema ez dipeyîvim, tim hesabê wê yekê dikim ku îhtîmal heye gotinên min dikarin li cîhekî werin weşandin,” Putin got.

Hêjayî balkişandinê ye ku Kongresa Amerîkî bi biryar e tomarên axaftinên Trump yên bi Putin û rêberên din yên cîhanê guhdar bike.

Serokê Komîteya Îstixbaratê ya Civata Nûneran ya Amerîka Adam Schiff roja Yekşemê gotibû ku ew bi xem in ku Trump ewlehîya netewî ya welêt xistibe rewişeke xeter.

XS
SM
MD
LG