Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Ez Bawer Nakim ku Civata Senatoran Trump ji Kar Dûr Bixe


Serokê Rûsya Vladimir Putin ser împîçkirina Serok Donald Trump axifî.

Vladimir Putin di preskonsferansa salane de, ku li Moskow ya paytexta Rûsya li dar ket, dîyar kir ku sedemên împîçkirinê ‘’çêkirî’’ ne.

‘’Demokratan Trump berê bi hevkarîya bi Rûsya re tawanbar kiribûn, niha jî îdia dikin ku wî li ser Ukrayna zext çêkiriye.’’ Putin got.

Wî da zanîn ku ew bawer nake ku Civata Senatoran, Trump ji kar dûr bixe.

Civata Nûneran, li hember 197 dengan bi 230 dengan împîçkirina Trump pejirandibû.

Li ber e ku darizandina li Civata Senatoran ya ser împîçkirina Trump di meha Çile de çêbe.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG