Lînkên eksesibilîtî

PYD Piştevaniya Mana Amerîka Dike li Sûriyê Bo Demek Dirêj


Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen

Ajansa Reuters li gûr nameya Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, radigihîne ku,PYD piştevaniyê dide mana hêzên hevpeymaniya li dij DAIŞ'ê ya ku, Amerîka pêşengiya wê dike li Sûriyê, Partî hez dike ku, hêzên hevpeymanan bo demek dirêj li Sûriyê bimînin hetanî çareserîyek siyasî bi encam dibe.

Ev yek di nameke nivîskî de hatîye, ya ku, Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesan jibo ajansa Reuters şandî, derabrê daxûyaniya wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis ya roja Duşemê, Şahoz dibêje, ew piştevaniya Amerîka dikin ya mana wan jibo demekê dirêj hetanî çareserîyek siyasî li Sûriyê pêk dihê.

James Mattis roja Duşemê ragihand bo ku, piştî nehêlana DAIŞ'ê jî, ewê bo demek dirêjtir bimînin li Sûriyê hetanî pirsgirêkên siyasî li wî welatî çareser dibin.

Şahoz Hesan gotiye, bê ku, li Sûriyê çareserîyek siyasî çê bibe û Tirkiye û Îranê destê xwe xistîye nava wî welatî û herweha komelên girêdayî rêxistina terrorist al-Qa'idê li Sûriyê ya baş ewe ev hevpeymanî bihê berdewma kirin û li Sûriyê bo demek dirêjtir bimînin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG