Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê PYD'ê Mislim Serdana Xwe ya Tirkîyê Didomîne


Kurdên Sûrîyê li bajarê Derîkê
Kurdên Sûrîyê li bajarê Derîkê
Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Salih Mislim ser vexwandina fermî ya hikûmeta Tirkîyê do êvarê çû wî welatî.

Li gor ragihandina medyaya Tirkîyê, birêz Mislim dê ji alîyê Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu were qebûl kirin û rewşa bakurê Sûrîyê û kontrola PYD’ê li ser sînorê jî were gotûbêj kirin.

Birêz Mislim di çarçoveya hevdîtinan de herwiha ligel karbidestên Sazîya Îstixbaratî ya Tirkîyê (MIT) û çend sazîyên din yên hikûmetê re jî hevdîtinan bike.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî liStenbolê hatina Salih Mislim nirxand. Wî got, karbidestên hikûmeta me bi Mislim re hevdîtinan dikin û her dem agahdarîyên nû didine min.

Li gor ragihandina nûçegîhanê me yê li Stebolê, serdana rêberê PYD’ê di televîzyon û malperên Tirkîyê de cîhekî pir girîng digire.

Gelek nivîskar û rewşenbîrên navdar yên wî welatî bang li hikûmetê dikirin ku peywendîya xwe bi Kurdên Sûrîyê re baştir bike û ligel PYD;ê hevdîtinên fermî bike.
XS
SM
MD
LG