Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PYD: Artêşa Tirk li Efrînê Êrîşî Santralên Elektrîkê û Depoyên Avê Dike


Yek ji berdevkên Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Îbrahîm Îbrahîm ji AP’ê re da zanîn ku Artêşa Tirk û Artêşa Azad ya Sûrîyê nêzî Efrînê dibin û bi hezaran sîvîl ji wê herêmê derketine.

Îbrahîm dîyar kir ku sîvîl jiber ewlekarîyê ji herêmê derdikevin û diçin navendên di destê rejîma Şamê de.

Berdevkê PYD’ê da zanîn ku Artêşa Tirk êrîşan dibin ser santralên elektrîkê û depoyan avê.

Îbrahim dîyar kir ku jiber şertan, bo sîvîlan li Efrînê rewşa jîyanê zortir dibe.

XS
SM
MD
LG