Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PYD Pêşnîyara Avakirina Herêmên Aram li Sûrîyê Red Dike


Hevserokên PYDê Asya Abdulla û Salih Mislim
Hevserokên PYDê Asya Abdulla û Salih Mislim

Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) îro pêşnîyara Rûsya ya avakirina herêmên aram li Sûrîyê red kir û ew wek perçekirina welêt ya ser bingehên mezhebî bi nav kir.

Yek ji berdevkên PYDê, Îbrahîm Îbrahîm ji Reuters re got ku ew plan tawan e û Sûrîyê li ser bingehên mezhebî parçe dike.

Wî herwiha pêşnîyar rexne kir ku herêma Bakurê Sûrîyê ya bi pêşengîya Kurdan tune dihesibîne.

Îran û Tirkîyê bi pêşnîyara Rûsya qayil bûn, lê hîn ji naveroka wê ne zelal jiber ku hurgilîyên wê nehatine weşandin.

Armanca avakirina herêmnê aram ev e ku şerê dijî hêzên hikûmeta Sûrî û serhildayan rawistîne û hêzên bîyanî parastina wan herêman bikin.

XS
SM
MD
LG