Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pyongyang Razîye Diyaloga Ligel Seoul Bide Destpêkirin


Serokê Koreya Bakur, Kim Jong Un
Serokê Koreya Bakur, Kim Jong Un

Koreya Bakur roja Înê bi şêweke fermî ragihand ku, ew di razîne, dest bi diyalogê bikin ligel Koreya Başûr, diyaloga navbera herdu welatan roja Sêşema bihê dê bihê destpêkirin piştî 2 salan ji rawestînê.

Koreya Baku, ev biryar stend piştî çend seatan ji biryara rawestandina rahênanên leşkerî yên hevbeş, di navbera Koreya Başûr û Amerîka de.

Herdu Koreyên Bakur û Başûr, cara herî dawiyê meha Kanuna Pêşîn ya sala 2015an danûstendinên hevbeş encam dabûn.

Baik Tae-hyun, berdevkê wezareta Yekgirtinê ya Koreya Başûr, roja Înê gote rojnamevanan, danûstendin dê li gundê Pan Moon Jom yê sinorî bihên kirin, pirsa yariyên Olympîk û pirsên di navbera herdu welatan de, dê di rojeva danûstendian de bin.

Berdevk, herwiha dibêje, Pyongyang daxwaz kirîye ku, ew zêdetir axiftina liser pirsa encamdana civînan bikin, lê hêjî endamên şandên danûstendinan zelal nebûne kanê kîne yên dê beşdar bibin.

Kim Jong un, di peyva xwe ya bîranîna serê salê de rê xweş kir bû, daxwaza nehiştina alozîyan di navbera herdu Koreyan de kir bû, herwiha got bû, dibe ku, ew beşdariyê di yariyên Olympik de bikin ku dê meha Sibatê li Koreya Başûr bên kirin.

Lê Kim got bû, Koreya Bakur rijde liser pêşxistina çekê navokî bi şêweke berfireh û hişyarî dabû eger ew rastî gefan bihên ewê bi çekê navokî bersivê bidin.

Serokê Amerîka Donald Trump û yê Koreya Başûr Moon Jae-in , doh roja Pêncşemê got bûn, ew dixwazin rahênên leşkerî yên hevbeş paş bixin bo piştî dewra Olympîkê li Koreya Başûr.

Ji aliyê xwe ve Rûsya kêfxweşiya xwe diyar kir ku, herdu Koerya dê danûstendinan berdewam bikin, media Rûsî li gûr daxûyaniya wezareta derve ya Rûsî diryar dike ku, Rûsya diyaloga di navber Seoul û Pyongyang destek dike.

XS
SM
MD
LG