Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pyongyang: Ta ku Seul Pirsgirêkan Çareser Neke, Danûstandin Çênabin


Danûstanderê serekî yê Koreya Bakur, Ri Son Gwon îro Pêncşemê hîndarîya leşkerî ya hevbeş ya Amerîkî û Koreya Başûrî bi tundî rexne kir û hikûmeta Seulê wek “nezan û bêkanîn” bi nav kir.

Ri Son Gwon hişyarî da Koreya Başûr ku ewê hemî danûstandinan biqedîne, ger daxwazên wan ji alîyê Koreya Başûr ve neyên pejirandin.

Şîroveyên Ri Son Gwon, xeleka dawî ya daxuyanîyên tund yên Koreya Bakurî ye ku di çend rojên dawî de zimanekî tûj li dijî Koreya Başûr bi kar tîne, bi sedema ku Seul beşdarî hîndarîyên leşkerî dibe.

Ri Son Gwon herwiha hêrsbûna welatê xwe dîyar kir ku li parlemana Koreya Başûr gotinên dijî Pyongyangê têne kirin.

Koreya Bakur gelek tore ye ku Koreya Başûr û Amerîka, tevî pêngavên wê yên nîyazqencî û hilcivîna plankirî ya navbera Kim û Trump, hîndarîyên leşkerî yên hevbeş didomînin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG