Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qadir Can: Divê Şêwaza Tembûra Efrînî Bê Parastin û Belavkirin


Mûzîk û şêwaza stranbêjiya kurdî ya Çiyayê Kurmênc cihekî pirr taybet di şêwazên stranbêjiya kurdî digere, ji ber şêwaza wê ya teybet a tembûrvaniyê ku di rengên xwe de pirr nêzîkî ya Kurmanckî, Yarisan û Êzîdiyan ne, ku şêwaza "Şerpe " bikartînin, ya dinîj şêwaza stranbêjiyê ku li ser hêza deng û zengelolkê radiweste û devoka Efrînî ya ku rengekî taybet dide gotinên stranan.

Lê belê ev şêwaz roj bi roj êdî wenda dibe , ji ber wê hin ji hunermendên Efrînê dest bi xebatên bêhempa kirine ku vê şêwazê nûjen bikin, yek ji wan hunermendan , Qadir Can e, ku di sala 1975 li gundê Xeraba Şeran ji dayik bûye.

Ji zarokriya xwe fêrî tembûra kurdî bûye û di li bajarê Helebê mûzîk bi awayekî akadimî xwendiye.

Di sala 1999 li Elmaniya bi cî bû û li wir hin xebatên hunerî kir û têkîliyên hunerî bi gellek ji hunermendên kurdan re ava kir.

Di sala 2018an li Tirkiyê bi cî bûye û karê mûzîkê dike û dîzayin û çêkirina Tembûr û amêrên din yên mûzîkê çêdike.

Li ser rûpela xwe ya Facebookê vîdyona dadixwe ku di wan de şiroveya amêran dike û şêwazên lêdana temûra Efrînî parvedike.

Ew geşbîne ku amêrînê mûzîka kurdî wek Tembûr, zirrne def û..hinî din vegerin nav civakê û zanebûn li ser zêdetir bibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:21:37 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG