Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Opozisyona Sûrî Ji Herêmek Din Ya Nêzîk Dîmeşq Derdikevin


Arşîv: Çekdarên al-Nusra dema girên Qalamun sala 2014 kontrol kir bûn.
Arşîv: Çekdarên al-Nusra dema girên Qalamun sala 2014 kontrol kir bûn.

Televizyona fermî ya dewleta Sûrî û berpirsekî opozisyona çekdar dibêjin, çekdarên li herêma bakurê rojhilatê Qalamun li nêzîk paytext Dîmeşq mabûn, Şemiyê tevî malbatên xwe vekişyan û ber bi Bakurê welat ketine rê, ev yek weke teslîmbûnekê tê dîtin, rejîma Beşar Asad wê weke serkeftinekê dibîne.

Bi vî awayî rejîm dê kontrola hemû Qalemûna Rojhilat bike ya ku 40 kîlometran ji Dîmeşq dûre.

Li gor derketina grûba dawî ya çekdaran ji Qalamûn roja Şemiyê, ev tê wateya kontrol kirina wan hemû herêmên nêzîk Dîmeçq, ji aliyê rejîma Asad ya ku ji aliyê Îran û Rûsya ve, tê piştevanî kirin, bi taybet piştî kontrol kirina Gutaya Rojhilat û vekişiyana grûbên çekdar ji wan herêman.

Televizyona dewletê dibêje, nêzî 3200 çekdar û malbatên wan roja Şemiyê çûne Îdlib û Cerablus yên nêzîk sinorê Tirkiyê.

XS
SM
MD
LG