Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qurbaniyên Peqîna Qamîşlo Zêde Dibin Û Sê Roj Şînî Tê Ragihandin


Qamişlî -peqîn 27î Tîrmehê 2016
Qamişlî -peqîn 27î Tîrmehê 2016

Ajans li gur şahidên bûyerê û çalakavanan ragihandin ku sibeya roja çarşemê kamiyonek barkirî ji teqemeniyan li taxa Xerbî ya bajarê Qamîlş hatiye teqandin, peqînê wêrankariyek mezin pêkaniye û di encam de bi dehan hatine kuştin û birîndarkirin.

Lê çavkaniyên herêmî didin zanîn ku, hejmara qurbaniyan gelek zêdetire ji encamên heta niha hatîn ragihandin.

Dewleta Îslamê(DAIŞ)ê peqîna qamîşlo girtiye ser xwe, bi riya Amaq ku weke ajnasa (DAIŞ) tê naskirindibêje endamekî wan yê bi nave Ebu Aiyîşe El-Ensarî ew êrîşa xwekujî encam daye.

Desteya Serokatiya Herêmên Otonom yên Kantonên Cizîre, Efrîn û Kobanê daxuyaniye derheqa peqîna Qamîşlo weşandiye, di daxuyaniyê de tê gotin ku, sê roj weke Şînî û xemgînî li seranserî herêmên li jêr Îdara herêmen fedral de ne hatiye ragihandin.

Di beşekî daxuyaniyê de weha hatiye nivîsandin"Di demeke ku li herêmên me serkeftinên ku hêzên me di operesyona Şehîd Fermandar Feysel Abû Leyla ya rizgarkirina Minbicê ji çekdarên DAIŞ`ê de bi dest dixin, tên jiyan kirin û çekdarên DAIŞ`ê yên terorîst têk diçin.Êdî çete nizanin çi bikin û li Minbicê li hember tevgera hêzên me sivîlan dîl digirin û wan weke mertalên zindî bi kar tînin. Her wiha sivîlên ku fermanên wan pêk naynin, dikujin û her kesî ku hewl dide ji Minbicê birive îşkence dikin". daxuynî behsa tovekirina DAIŞê ya ji sivîlan dike, êrîşa Qamîşlo jî, di çarçeva kuştina sivîlan de ji aliyê DAIŞê hpêkhatiye, weke daxuyaniya Desteya Herêmên Fedral de hatiye nivîsandin.

Qamîşlo bajarekê Sûrî yê sersînorê Tirkiyê ye, piraniya bajêr xelkê wê kurdisn, bajar li jêr îdara kurdan de ye, lê hin hêzên rejîma Sûrî li bajar hene û kontrola Firîngeha li bajêr di dest wan de ye.

XS
SM
MD
LG