Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: 40 Çekdarên Rejîmê li Qamişlo Xwe Radestî Kurdan Kirin


Şervanên Kurd yên Asayîş û YPG li Qamişlo
Şervanên Kurd yên Asayîş û YPG li Qamişlo

Ajansa Reuters ji zarê dîdevanekî radigihîne ku bi kêmî ve 40 şervanên rejîma Beşar Esad îro Pêncşemê li Qamişlo teslîmî hêzên Kurdî bûne.

Hêzên ser bi rejîmê, ji aîyê hêzên Kurdan ve li zindaneke hatibûn dorpêç kirin û nûçegîhanê Reuters radigihîne ku ew girtîgeh aniha bi temamî ketiye destê Kurdan.

Li bajarê Qamişli pevçûn hîn berdewam dikin û dengê çekan bi bilindî têne bîhistin. Hîn jêdêerên xweihî didine zanîn ku hêzên rejîmê ji firîngeha Qamişlo bi topan êrîşî taxa sîvîlan dike.

XS
SM
MD
LG