Li bajarê Qamişlo roja Pênçşemê pênc rêxistinên jinan li pêşîya avahîya Neteweyên Yekbûyî (NY) xwepêşandaneke dar xistin.
Rexistinan armanca xwepêşandanê wek şermezarkirina binpêkirinên ji hêla Tirkê û Îranê yên dijî Kurdan şermezar bikin û bang NY bikin bersiyarîyên xwe yên bo mafên mirovan bi cîh bîne.
Xwepêşanderan biryara girtina mamosteya Kurd Zara Mihemedî ya dadgeha Îranê û êrîşên Tirkîyê yên di wan demên dawîyê dijî herêmên Kurdên Sûrîyê, protesto kirin.
Yek ji xwepêşanderan, endama rêxistina Reng ya Geşepêdanê Eyam Alehmad ji Dengê Amerîka axifî.
''Em bang li NY dikin ku binpêkirênên Tirkîyê û Îranê yên dijî Kurdan rawestîn,'' Alehmad got.
Hêjayê destnîşan kirinê ye ku di topbaranên artêşa Tirk yên dijî bajarê Kobanê û heremên gundewar yên li dora wê, bi dehan sivîl birîndar bibûn û her wiha zarokekî jî lingê hinda kiribû.
Dewlata Îranê jî bi sedema dayîna dersa zimanê Kurdî cezaya pênc salan ya girtîgehê li mamosteya Kurd Zana Mihemedî birîbû.
Berpirsa Ofîsa Hiqûqî ya Rêxistina Sara ya mafên jinan Arzo Temo jî daxwza xwepaşênderan bi wî rengî anî ziman.
''Em dixwazin ku peyama xwe bi rêka nûnertîyaNY ya li bajarê Qamişlo bigehîjînin sazîyên navneteweyî,'' Temo got.
Hevdem, gelek rêxistinên civaka sîvîl yên jinan bêdengîya civaka navneteweyî û sazîyên mafên mirovan rexne kirin.
Berpirsên van rêxistinan dibêjin ku bêdengîya sazîyên navneteweyî ya hemberî kiryarên Tirkîyê û Îranê, sedemeke sereke ye binpêkirinan e.
Endama Nevenda Aştî ya Xizmetên bo Civaka Sîvîl Ibtîsam Îbrahîm jî ramanên xwe wiha dîyar kir:
''Em armanc dikin êrîşên Tirkîyê bidin rawestandin û dengê xwe bigehînin cîhanê.''
Rêxistin û sazîyên jinan bang li NY kirin ku givaştin ser Tirkîyê û Îranê were kirin da ku her du dewlet jî binpêkirinên xwe yên li dijî Kurdan rawestînin.
Hûn dikarin pirtir agahî ya rapora Zana Omer ji ser lînka jêr gohdar bikin.