Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê Dê di Dawîya Cotmehê de Kom Bibe


Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê dê di 30’ê Cotmehê de li Cenevrê kom bibe.

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi hevdîtinên bo qanûna bingehîn ya Sûrîyê hewil dide ku çareserîyeke sîyasî bo wî welatê di nav şer de bibîne.

Berpirsên hikûmeta Sûrîyê û nûnerên serhildayan di Rêbendana 2018’an de li Soçî ya Rûsya ser avakirina komîteya qanûna bingehîn li hev kiribûn.

Piştî danûstadinan bi mehan dom kir, her du alîyan li hev kir ku komîteyeke bi 150 kes were ava kirin.

Li gor lihevkirinê dê di komîteyê de ji hikûmeta Sûrîyê 50, ji rikeberîyê 50 û ji sazîyên sîvîl 50 kes hebin.

Rikeberîya Sûrîyê dixwaze ku qanûna bingehîn ya nû were hazir kirin, lê hikûmeta Sûrîyê dixwaze ku di qanûna heyî de tenê hin guherîn çêbin.

Karbidestên NY’ê dîyar dikin ku piştî hazirkirina qanûna bingehîn dê bi çavdêrîya çavdêrên navneteweyî ‘’hilbijartina azad û adil’’ li dar keve.

Şarê navxweyî yê Sûrîyê di Adara 2011’an de destpê kiribû.

Daneyên sazîyên navneteweyî nîşan didin ku di wî şerî de heta niha pirtirê 400,000 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG