Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pisporên Qanûna Bingehîn Ser Tevgerên Trump Axifîn


Li Komîteya Dadê ya Civata Nûneran rûniştina yekê ya bo lêpirsîna ser jikardûrxistina Serok Donald Trump li dar ket.

Serokê Komîteya Dadê ya Civata Nûneran Jerry Nadler di axaftina destpêkê de dîyar kir ku Trump ti belge nedaye wan û îdia kir ku wî berê şahidan daye îfadenedanê.

Nadler bi bîr xist ku di sala 1974’an de, di qonaxa jikardûrxistina Richard Nixon de wî bi dehan belge dane û di sala 1998’an de jî Bill Clinton ji xwîna xwe mînak daye.

Piştî axaftina Nadler, çar pisporên hiqûqê ser tawanên dijî Trump nîqaş kirin.

Sê pisporên hiqûqê, ku wek şahidên Demokratan beşdarî rûniştinê bûbûn, dan zanîn ku divê Trump ji kar were dûrxistin jiber ku wî ji Ukrayna xwestiye ku lêpirsîna Joe Biden bike.

Pisporê hiqûqê, ku wek şahidê Komarîya beşdarî rûniştinê bûbû, dîyar kir ku delîl bo tawanbarkirina Trump kêm in.

Ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Harvardê Noah Feldman, ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stanfordê Pamela Karlan, ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha North Carolina Michael Gerhardt gotin ku kiryarên Trump tên ser ‘’karanîna hêzê bi awayekî xirab, bertîl, lidijderketina Kongresê û astengîya li ber dadwerîyê’’ ku ew sedemên jikardûrxistinê ne.

Ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha George Washington Jonathan Turley jî dîyar kir ku tevgerên Trump ne rast in, lê delîlên heyî têra tawanbarkirina wî nakin.

XS
SM
MD
LG