Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Qatar û Misir Hewil Didin Agirbesta Gaza Pûç Nebe


AFP’ê ji zarê karbidestekî Filîstînî ragihand ku Qatar û Misir ser domandina agirbesta Gaza danûstandinan dikin.

Rêberên Îsraîl û Amerîka bang li Hamasê dikin ku dîlan dawîya hefteyê berde û dibêjin ger ew rêxistin dîlan bernede ewê şer jinûve dest bike.

Li gor şertên agirbesta ku şerê li Gaza ya 15 mehan bi awayekî berfireh sekinandibû li hember girtîyên Filîstînî dîl jî wê kom bi kom bihatana berdan.

Heta niha 5 caran pêvguhertina dîl û girtîyan çêbûn, lê agirbest ketiye rewşeke dijwar û hewildanên dîplomatîk hene.

Çaverê bû pevguhertina nû ya dîl û girtîyan roja Şemîyê çêbûye.

Hamasê ragihand ku wê berdana dîlan sekinandiye û piştre jî dîyar kir ku ew ji agirbestê venekişiye.

Cîhada Îslamî jî îro Çarşemê dîyar kir ku qedera dîlan di destê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de ye.

Wê komê ji Telegramê ragihand ku tekane rêka vegera dîlan lihevkirineke pevguhertinê ye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Sêşemê got ku ger Hamas dîlan heta roja Şemîyê nîvro bernede ewê dawî li agirbesta Gaza were.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG