Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatiyekî Qatarî li Îraqê Hat Berdan


qatar
qatar

Wezareta derve ya Qatarê da xuyakirin ku, roja çarşemê welatiyekî Qatarî ji koma 26 kesên li Îraqê hatbûn revandin hat berdan.

Ji Dauha hat ragihandin ku, meha 12an ya sala par grupeke Nêçîrvanên Qatarî dema di kampekê de bûn li biyabana di navbera Îraq û Erebistana Saudi de, hind çekdarên nenas 26 kes ravand bûn, 9 kes şiyabûn bi riya sînorî xwe bigehînin welatê Kuwaitê.

Daxuyaniya wezareta derve ya Qatarî dibêje, welatiyekê li başûrê Iraqê hat bû revandin niha azade û gihaye welatê xwe, daxuyaniya wezareta derve ya Qatarê dide zanîn ku, kesê alîkar pê re, ew jî serbest hatiye berdan bê ku, nasnama wî eşkere bike, tê gotin ku welatiyê Qatarî yê ku, hatiye berdan ji malbata Al-Sanî ya desthilatdar e.

Heta niha tu grupeke çekdar li Îraqê revandina welatiyên Qatarî ne girtiye ser xwe.

XS
SM
MD
LG