Emîrê Qatarê Şêx Tamîm Bîn Hamîd El-Thanî îro Sêşemê bang li civaka navneteweyî kir destûra bê sînor ya kuştina Filîstînîyan di şerê wê yê dijî Hamasê de nede Îsraîlê.
“Em dibêjin êdî bes e. Nabe ku jibo kuştinan ji çira kesk ya bê şert ji Îsraîlê re were dayîn ne jî rastîya dagirkereîya wê û dorpêçkirina Filîstînîyan were paşguh kirin.“
Emîr El-Thanî bi berdewamî bal kişand ser dorpeçkirina Gaza ya ji alîyê Îsraîlê û got ku dive neyê qebûl kirin ku qutkirina avê, astengkirina derman û xwarinê dijî tevahîya Filîstinîyên mîna çek were bi karanîn.
Emîrê Qatarê anî ziman ku bilî netewe, yan alîyê wan, ew dijî êrîşên ser hemû sivîlên bêguneh in, lê pîvanên bi dualî qebûl nakin.
“Lê em ne pîvanên bi dualî û ne jî wek ku jiyana zarokên Filîstînî ne hejayê hesibandinê ye qebûl dikin, ku mîna ew bêrû û bênav in tê tevgerandin.”
Şêx Tamîm şerê Îsraîl û Filîstînîyan wek gefek ser ewlehîya cîhanê bi nav kir û banga nîşandana helwesteke xurt kir.
"Em li hember vê alozîya metirsîdar bo helwêsteke cidî ya herêmî û navneteweyî bang dikin, ku ewlehîya herêmê û cîhanê dixe xeterîyê."
Şêx Tamîm banga bo dewleteke Filîstînî ya li gor sînorên Îsraîlê yên 1967’an jî dubare kir, ku Qudsa rojhilat wek paytexta wê ye, ku ji berê ve ji hêla welatên din yên Ereb ve, tê xwestin.
Jêder: Reuters