Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Bahreyn jibo ku ambargoya li ser Qatarê rakin, lîsteyeke şertan ji wî welatî re şand, ajansa Reuters’ê îro ragihand.
Di lîsteya bi 13 xal de, girtina sazîya ragihandinê El-Cezîre, ku navend li Qatarê ye, sînordarkirina peywendîyên bi Îranê, girtina bingeha leşkerî ya Tirkîyê ya li wî welatî û radestkirina hin sûcdarên terorê hene.
Karbidestekî ku navê wî nehat eşkere kirin, dîyar kir ku wek navbeynkar, Kuveytê lîsteya daxwazan gîhandiye Qatarê û jibo ku şertan pêk bîne jî welatên Ereb 10 roj dane wê dewletê. Welatên ku ambargo danîne, herwiha ji Qatarê tazmînatê jî dixwazin.
El-Cezîre jî do Pêncşemê ragihandibû ku Kuveytê lîsteya daxwazan gîhandîye Qatarê, lê derbarê naveroka lîsteyê ti hûrgilî nedabû.
Erebîstana Saudî û welatên din yên cîranên Qatarê, wê dewletê bi piştgirîya terorê tawanbar kiribû û di serê mehê de dijî wê ambargo ragihandibû.
Îran û Tirkîye piştgirîyê didin Qatarê ku do Pêncşemê gemîyeke xwarina hişk, sebze û fêkîyan ji Tirkîyê ber bi Qatarê bi rê ketibû.