Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudi, Bahreyn û Îmaret û Misir Peywendîyên ligel Qatarê Birîn


Erebistana Saudi, Bahreyn û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misirê îro Duşemê Qatar bi piştgirîdana terorîzmê sucdar kir û peywendîyên dîplomatîk ligel wî welatî birîn.

Her çar dewlet ragihand ku ewê karmendên xwe yên dîplomatîk ji Qatarê bikşînin, qadên xwe yên esmanî ji Qatarê bigirin û trafîka ser erdê jî rawistînin.

Kompanîyên firînê yên herêmî Saudia, Emirates û Etihad gîş ragihand ku ewê firînên ji Qatarê re rawistînin, di heman demê de ku şîrketa Qatar Airways ji betalkirina hemî firînên ji Saudî re ragihand.

Piştî ragihandina çar dewletan, Yemen jî da zanîn ku wê hemî peywendîyên bi Qatarê qut kiriye.

Erebistana Saudi ku pêşengîya kaolîsyona dijî serhildayên Husî li Yemenê dike, herwiha da zanîn ku hêzên Qatarî ji hevalbendîya wan hatine derxistin.

XS
SM
MD
LG