Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emîrê Qatarê Serdana Tirkîyê Dike


Erdogan û Emîrê Qatarê li Doha
Erdogan û Emîrê Qatarê li Doha

Emîrê Qatarê Şêx Tamîm bîn Hamed el-Tanî sibê Pêncşemê serdana Tirkîyê dike.

El-Tanî dê li Enqerê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re kom bibe.

Erdogan, di krîza welatên Kendavê de piştgirî dabû Qatarê.

Erebîstana Saudî, Mîrgehen Yekbûyî yên Erebî, Misir û Bahreynê, sê meh berê bi Qatarê peywendîyên dîplomatîk û bazirganî qut kiribûn.

Welatên Kendavê îdia dikin ku Qatar piştgirîyê dide Îranê û terorîzmê. Qatar van îdiayan red dike û dîyar dike ku boykota aborî hewil dide ku siyaseta wê ya derve ya serbixwe pûç bike.

Tirkîye, ku bo 3000 leşkerên xwe li Qatarê bi cîh bike amadekarîyan dike, meha borî bi Qatarê re tatbîqateke hevpar li dar xistibû.

Tirkîyê, piştî ambargoya welatên Kendavê, bi Doha re peywendîyên bazirganîyê xurttir kiribû.

Serokomarîya Tirkîyê serdana Şêx Tamîm piştrast kir, lê derbarê hevdîtinê ti agahî neda.

Serokwezîrê Kuveytê jî, ku hewil dide bo kêşeya Kendavê navbeynkarîyê bike, dê serdana Enqerê bike.

XS
SM
MD
LG