Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qatar, Hember Cîranên Xwe Gilî li WTO Dike


Hikûmeta Qatarê, dijî sê dewletên Kandavê, serlêdana gilîkirinê li Rêxistina Bazirganî ya Cîhanî (WTO) kir ku di meha Hazîranê de, bi sedema piştgirîdana terorê, peywendîyên xwe ligel wê birîbûn.

Gilîya Qatarê daxwaza şêwirê ligel Erebistana Saudî, Bahreyn û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dike ku li gor rêbaza WTO, alîyên pirsgirêkê divê di nav 60 rojan de çareserîyekê bibînin yan rastî cezayan werin.

Erebistana Saudî, Bahreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ligel Misirê peywendîyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê qut kiribûn û ji rêka erdê, esmanê û behrê dorpêç danabûn ser wê, bi sedema ku Qatar piştevanîya rêxistinên tundrê dike.

Qatar îdiayên piştgirîdana terorîzmê red dike û daxwazên Erebistana Saudî, Bahreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misirê qebûl nake, ku bo rakirina boykota ser wî welatî, wek sert danabûn.

Di gilîya Qatarê de Misir cîh nagire, lê welatên din yên cîran tên tawanbar kirin ku bi danana boykotê, mercên peymanên bazirganî binpê dikin û zîyan digehînin Qatarê û şîrikên wê yên bazirganî.

XS
SM
MD
LG