Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Qayde 2 Xortên Şîa li Sûrîyê Dikuje


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM) îro Pêncşemê radigihîne ku mîlîtanên El Qayde li bakurê Sûrîyê 2 xortên Şîa înfaz kirine.

ÇSMM dibêje çekdar bi guleyan serî wan her 2 genc kuştin ku ji bajarokên Nubul û Zehta yên Helebê ne ku di bin destê wan koman de ne.

Şerê berdewam yê Sûrî ber bi şerê mezhebî yê nav serhildayên Sunnî û hêzên Beşar Esed ku ew jî Alawî ne.

Ajansa Associated Press piştrast kir ku ev vîdyo rastîn e .

Di alozîyên Sûrî de heta niha pirtir ji 100 hezar kes hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG