Qazakistan dibêje, ew hevkarî bi karbidestên Amerîkî dike, piştî ku 2 hemwelatîyên Qazak hatine girtin, bi sedema astengkirina vekolîna peqînên Bostonê.
Daxuyanîyeke Wezareta Derve ya wî welatî dibêje, Qazakistan her cure terorîzmê şermezar dike.
Karbidestên Amerîkî roja Çarşemê 2 hemwelatîyên Qazak û 1 Amerîkî desteser kiribûn û bi astengkirina vekolîna peqînên Bostonê tawanbar kiribûn.
Her 3 zilamên genc diçûn heman xwendingeha li Massachusetts ku bombevan Dzhokhar Tsarnaev lê dixwend.
Ew têne tawanbar kirin ku alîkarîya Tsarnaev kirine, piştî cotpeqînên 15'ê Nîsanê ku 3 kes di encamê de hatibûn kuştin, pirtir ji 260 kesên din jî birîndar bibûn.
Bergumanên Qazak Dias Kadyrbayev û Azamat Tazhayakov in û jiber ku daxwaza wan ya berdana bi kefaletê hate red kirin, ewê herî kêm heta rûniştina li 14'ê Gulanl li girtigehê bimînin.
Navê bergumanê sisêyan jî hemwelatîyê Amerîkî Robel Phillipos e û ew jî li benda dadgehê ye.