Komîsyona Hilbijartinê ya Qazakistanê ragihand ku di hilbijartinê serokomarîyê de Qasim Comert Tokayev bi ser ketiye.
Tokayev 70,76 ji sedê dengan sitand.
Piştî serokomarê berê Nursultan Nazarbayev ji serokomarîyê vekişîyabû, Tokayev bi awayekî demkî li şûna wî rûniştibû.
Xêncî Tokayev 6 berbijarên din jî bo serokomarîyê ketin hilbijartinê.
Li dû Tokayev, Amîrcan Kosanov hat ku wî jî 15,39 ji sedê dengan wergirt.
Bi sedan kesên ‘’nedemokratîkbûna hilbijartinê’’ proteste kirin hatin desteser kirin.