Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Qazaqistanê Banga Boykotkitrna Hilbijartinên Hezîranê Dike


Nazarbayev û Tokayev

Bi sedan xwepêşandarên hevrik îro Çarşemê li du bajarên Qazaqistanê derketin kolanan û banga boykotkirina hilbijartinên meha Hezîranê kirin.

Şenîyên xwenîşander, ku bi daxwaza rêberê opozîsyonê Muxtar Ablyazov civîbûn, li parka serekî ya bajarê Almatî û qada navendî ya paytext Nur-Sultan amade bûn.

Ablyazov wezîrê berê ye û karsazekî navdar e, ku vê gavê li Fransa dijî. Hikûmeta Qazaqî bi îdiaya dizî, perexwarin û mêrkujî daxwaza radestkirina wî dike, lê dadgeha Fransî ew daxwaz red kir.

Xwepêşander bawer dikin ku hilbijartin lîstokeke sîyasî ya radestkirina desthilata welêt e ku ji alîyê Nursultan Nazarbayev hatiye danîn.

Nazarbayev, piştî 30 salan, di meha Adarê bi awayekî neçaverê dest ji kar berdabû û piştgirî dabû serokê senatorê Kasim-Jomart Tokayev ku hevalbendê wî ye.

XS
SM
MD
LG