Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qazaqistan Heta Dawîya Nîsanê Rewşa Awarte ya jiber Korona Dirêj Dike


Zarokekî ku guman heye bi korona ketiye li bakjarê Almatî
Zarokekî ku guman heye bi korona ketiye li bakjarê Almatî

Serokê Qazaqistanê Qasim Comert Tokayev îro Înê ragihand ku ewê rewşa awerte ya jiber vîrusa korona heta dawîya Nîsanê dirêj bike, lê piştî du hefteyên daxistinan dê destura jinûve vekirina hinek karsazîyan bide.

"Me hêşta pîleya herî bilind ya tûşbûna vîrusa korona derbas nekirîye. Min ferman da karbidestên şaredarîyê ku bi bijartî destûrê bidin hinek karsazîyên biçûk yên li bajarên mezin ku, bi mercê cîhanîna pêwîstîyên ewlehîyê, jinûve vebin,” Tokayev got.

Wî, di heman demê da zararên pêşigirîyan bo aborîya welêt qebûl kir ku jixwe bi daketina buhayê petrolê lawaz bibû ku bo welatê 19 mîlyonî çavkanîya bingehîn ya derfirotinê ye.

Rewşa awerte, ku destûr daye hikûmetê rêyên hemî parêzgeh û bajarên mezin bigire û gelek karsazîyan li paytext Nur-Sultan û bajarê herî mezin Almatî daxe, biryar bû di 15’ê Nîsanê de bi dawî bibûya.

Nêzîkî 1.7 mîlyon Qazaqên ku jiber krîza korona bê dahatî mane jibo vergirtina 95 dolar alîkarîya diravî serîlêdana hikûmetê kiribûn.

Netewa Asyaya Navîn ku bi Çînê û Rûsyayê re sînordar e, 802 pêketîyên nexweşîyê ragihandibû ku ji wan 9 mirine û 63 nexweş jî baştir dibin.

Hikûmeta Qazaqistanê pêşbînî dike ku hejmara pêketîyan 3,500’an derbaz nebe û çaverê ye ku rêjeya pêketîyan di nîva Nîsanê de bigihe asta herî bilind.

XS
SM
MD
LG