Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Afganî 2 Êrîşvanên Xwekuj Dikujin, Dawî li Dorpeça Ser Nexweşxanê Tînin


Wêneyeke arşîvê ji Qendeharê

Karbidestên Afganî îro Duşemê dibêjin ku hêzên ewlekarîyê 2 êrîşvanên xwekuj kuştin û dawî li dorpeça ser nexweşxaneyeke li bajarê Qendeharê anîn.

Karbidest didine zanîn ku 2 êrîşvanên bi elegên xwekijîyê avêtin ser nexweşxana Mirwais li Qendehar û gule barandin ser zerevan û kafrmendên nexweşxanê.

Berdevkê walîyê Qendeharê Sameem Khapalwak ji VOA re got ku êrîşa ser nexweşxanê demeke kin berî hatina wî qewimî bû li ber bû di eyda qurbanê de serdana nexweşan bikira.

Khapalwak da zanîn ku nexweş, merivên wan û karmendên nexwexanê ji êrîşê ti zîyan nedîtin.

Demûdest kesekî êrîş ranekir ser xwe, lê karbidest ji Talîbanê guman dikin ku pir caran kiryarên wî rengî dike.

XS
SM
MD
LG