Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevşaredarê Qereyazîyê Hate Desteser Kirin


Hevşaredarên Qereyaziyê
Hevşaredarên Qereyaziyê

Li Bajarokê Qereyazi yê Erziromê vê sibê di encama serdagirtinên malan de di nav de Hevşaredar Burhanettîn Şahîn û endamên meclîsa şaredarîyê jî hene, 10 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin desteser kirin.

Hêzên ewlekarîyê yên girêdayî Midûrîyeta Polîsan a Erziromê di malan de lêgerîn pêk anîn û dest danîn ser gelek amûrên dîgîtal, dokumênt û pirtûkan.

Derheqa sedema desteser kirina van kesan de tu agahî nehatin wergirtin û derbarê mijarê de jî heta dema amadekirina vê raportê, tu daxuyanîyên fermî nehatine dayîn.

Hevserokê Rêxistîna HDP a Bajarokê Qereyazîyê Dîncer Polat derbarê bûyerê de agahî dan û got ku rêveberê HDP’ê yê Qereyaziyê Nurî Aldemir di dema desteser kirinê de hatîye îşkence kirin û Polat got “Nêzî serê sibê di serdagirtina malan de 10 hevalên me hatin desteser kirin. Ji 2015’an vir ve dewlet her tim pêkutîya li ser me dide meşandin. Bona ku şaredarîya me xizmetên baş dike, me hezim nakin. Jiber vê jî li Qereyaziyê bê navber li hemberî me operasyon çêdikin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku di sala 2016’an de, ji alîyê Wezareta Karên Navxwe ve li şûna Hevşaredarê Qereyazîyê qeyûm hatibû dîyar kirin. Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê, ev şaredarî cardin ketibû destê Partîya Demokratîk ya Gelan HDP'ê.

Raporta Arif Aslan - Wan 11 07 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG