Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanê Qersê Ayhan Bîlgen Karvekişîna Xwe Radigihîne


Bajarvanê Qersê Ayhan Bîlgen, ku ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) e, karvekişîna xwe ragihand.

Bîlgen biryara ser karvekişînê, dema li Enqerê desteserkirî bû bi rêka medya civakî eşkere kir.

‘’Ez nahêlim ku hûn bi desteserkirinên kêfî bi îradeya bajerekî bilîzin. Hûn min bigirin jî berdin jî, ger heta dema desteserkirina min bi dawî dibe, qayum neyê erkdar kirin ezê ji bajarvanîyê vekişim.’’ Bîlgen nivîsî.

Ew jiber lêpirsîna Serdozgerîya Komarî ya Enqerê ya ser ‘’bûyerên Kobanê’’ yên Cotmeha 2014’an, Îna borî li avahîya şaredarîyê hatibû desteser kirin.

Rêvebirîya HDP’ê ser karvekişîna Bîlgen hîn ti daxuyanîyeke fermî belav nekiriye.

Li ber e ku hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar roja Pêncşemê li parlamana Tirkîyê ser karvekişîna Bîlgen biaxifin.

XS
SM
MD
LG