Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Rewişa li Belarusê Fikaran Çêdike


Qesira Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku protestoyên li Belarusê fikaran çêdike.

Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany dîyar kir ku ew rewişa Belarusê dişopînin û jiber bûyerên li wir diqewimin ketine fikaran.

Kayleigh McEnany da zanîn ku di hilbijartinên Belarusê de jimareke rojnamevan û xwepêşandaneran hatine desteser kirin, li ser berbijarên rikeberîyê zext çêbûne û nehiştine ku çavdêrên serbixwe hilbijartinê bişopînin.

‘’Em bang li hikûmeta Belarusê dikin ku bo mafên mirovan yên kombûna aştîyane rêzê bigirin û dûrî karanîna hêzdarîyê bisekinin.’’ McEnany got.

Li gor Komîsyona Hilbijartinê ya Belarusê, serokomarê wî welatî Aleksander Lukashenko di hilbijartinê de 80 ji sedê dengan sitand û careke din hat hilbijartin.

Berbijara din, Svetlana Tikhanouskaya jî li gor encaman 9,9 ji sedê dengan sitand.

Tikhanouskaya dîyar kir ku di hilbijartinê de sextekarî çêbûye, ew encaman qebû nakin û protestoyên xwe dê bidomînin.

Hin çavdêrên serbixwe bi raporan dibêjin ku ji 1995’an vir ve li Belarusê hilbijartinên azad û adil çênebûne.

Bizavkarên mafên mirovan dîyar dikin ku li Belarusê berî hilbijartina dawî, pirtir ji 1300 kes hatine desteser kirin ku di nav wan de çavdêrên navneteweyî û xebatkarên kempeyna Tikhanouskaya jî hebûne.

Wezareta Derve ya Almanya jî bi daxuyanîyeke ragihand ku jimareke delîlan raber dikin ku di hilbijartinên Belarusê de sextekarî çêbûne.

XS
SM
MD
LG