Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Bang li Îraqê Dike ku Hilbijartina Pêşwext Çêke


Amerîka bang li Îraqê kir ku hilbijartina pêşwext li dar xe.

Qesira Sipî bi daxuyanîyeke sipî ragihand ku divê hikûmeta Îraqê tundûtûjîya dijî xwepêşandaneran rawestîne, di sîstema hilbijartinê de guherînan bike û hilbijartina pêşwext çêke.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku êrîşên dijî xwepêşandaneran, aktîvîstên sîvîl û medya û sînordarkirina înternetê fikarên kûr çêdikin.

Herwiha, di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku rejîma Îranê bo ‘’protestoyên aştîyane’’ rawestîne komên çekdar bikar tîne.

Qesira Sipî da zanîn ku tevî zext û kuştinan jî gelê Îraqê dikare dengê xwe bide bihîstin.

Komîsyona Mafên Mirovan ya Parlamana Îraqê dîyar kiribû ku ji 1’ê Cotmehê vir ve 319 kes di protestoyan de hatine kuştin û bi qasî 15,000 kes birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG