Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Bûyerên li Myanmarê Fikaran Çêdikin


Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki bi preskonferansekê dîyar kir ku ew jiber bûyerên bi darbeya li Myanmarê re qewimîne ketine fikaran.

Li Myanmarê xebatkarên Association Press (AP) jî di nav de hin rojnameger hatine desteser kirin û ji Psaki ew rewş hat pirsîn.

Psaki dîyar kir ku desteserkirina rojnamevan û endamên rikeberîyê bo Serok Joe Biden û rêvebirîya wî fikarên mezin çêdikin.

Wê da zanîn ku ew bi hevkarên xwe yên ji hêrêmê re dixebitin û bi bîr xist ku wan dijî Myanmarê hin gavên toleyî jî avêtine.

Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet hêzên ewlekarî yên Myanmarê şermezar kiribû û dîyar kiribû ku ji 1’ê Sibatê vir ve 54 kes ji alîyê polîs yan leşkeran ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG