Qesira Sipî dê bo têkoşîna dijî vîrusa korona ya bi navê Covid-19 ji Kongresê 2,5 mîlyar dolar bixwaze.
Berdevikê Ofîsa Budçe û Rêvebirinê Rachel Sammel bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku rêvebirîya Donald Trump bi awayekî cidî ser Covid-19 disekine.
Semmel da zanîn ku ewê plana ser xwestina 2,5 mîlyar dolar ji Kongresê re bişînin û got ku ewê 1 mîlyar dolar bo çêkirina dermanê Covid-19 xerc bikin.
Demokratên Kongresê ser Covid-19 hişyarî didan û bang li Trump dikirin ku dijî wê virûsê hin tedbîran bistîne.
Trump ji Twitterê da zanîn ku Covid-19 li Amerîka di bin kontrolê de ye û ew bi welatên din re danûstandinê dikin.
Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.