Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Axaftina Zelenskiy û Trump Weşand


Qesira Sipî metna axaftina Serok Donald Trump û Serokê Ukrayna Vladimir Zelenskiy weşand.

Her du serok cara pêşî di 21’ê Nîsanê de axifîbûn.

Li gor metnê, Trump, Zelenskiy jiber serketina di hilbijartinê de pîroz dike û Zelenskiy jî wî vedixwîne Ukrayna.

Trump jî Zelenskiy vedixwîne Qesira Sipî û ji wî re dîyar dike ku ‘’gelek tişt’’ên divê ew biaxifin hene.

Di axaftina her du serokan de ser Joe Biden tiştek nehatiye gotin.

Li Amerîka tê îdia kirin ku Trump ji Zelenskiy xwestiye ku dijî Joe Biden, ku bo hilbijartina seroktîyê ya 2020’an berbijar e, lêpirsîne veke û dijî Trump peyvajoya jikardûrxistinê destpê kiriye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG