Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders di preskonferansekê de ser hilbijartinên Tirkîyê jî axifî.
Sanders bang li Tirkîyê kir ku demokrasîyê xurt bike û dîyar kir ku divê kêşeyên di navbera Washington û Enqerê de werin çareser kirin.
Sanders da zanîn ku ew bo axaftina bi rêka telefonê ya Serok Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hazirîyê dikin.
Berdevka Qesra Sipî dîyar kir ku Serok Trump dê di vê axaftinê de qala xurtkirina peywendîyên Amerîka û Tirkîyê bike.