Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî jibo Êrîşa Kîmyayî ya Gumankirî Rêvebirîya Obama Tawanbar Dike


Sean Spicer
Sean Spicer

Berdevkê Qesra Sipî Sean Spicer got ku êrîşa kîmyayî ya li Sûrêyê encama “lawazî û beçareserbûna rêvebirîya Obama ye.”

Spicer li Washingtonê ji nûçegîhanan re got ku êrîşa îrp rûreşîyek e û cîhana şaristanî nikane çavê xwe ji wê re bigire.

"Kiryarên xirabkar yên îro ji destê rejîma Beşar Esad encama lawazbûn û beçareserbûna rêvebirîya pêştir e. Serok Obama di sala 2012yan de gotibû ku wî li hember xebitandina çekên kîmyayî xeteke sor danaye, lê wî tiştek nekir.”

Spicer da zanîn ku Welatên Yekbûyî ligel hevalbendên xwe yên seranser cîhanê, vê êrîşa hovane şermezar dike.

XS
SM
MD
LG