Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Obama Hizra Alîkarîya jibo Sîvîlên Êzîdî Dike


Êzîdîyên penaber
Êzîdîyên penaber

Rêvebirîya Amerîka hazirî dike ku alîkarîya mirovahî bişîne sîvîlên Êzîdîyên ku ji destê DAÎŞ revîne û li Çîyayê Şengalê ase mane.

Lê, karbidestên bilind yên Amerîkî dibêjin, şandina hêzên şerker ne di rojeva wan de ye.

Bi deh hezaran sîvîl neçar mabûn warên xwe biterkînin, piştî ku DAÎŞ êrîşên xwe zêde kiribû û bendava Musilê ku mezintirîn çavkanîya av û elektîrîkê ye, kontrol kiribû.

Hate ragihandin ku DAÎŞ îro çend bajarokên li bakur xist bin kontrola xwe ku bi piranîya şenîya wan Krîstîyan in.

Serok Obama îro Pêncşemê li Qesra Spî ligel ekîba xwe ya ewlekarîyê kom bû ku binîrxîne bersîvdaneke çi rengî ji krîza Îraqê re bide.

Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest got, şervanên Îslamî li bakurê Îraqê bi awayekî hovane mafên sîvîlan binpê kirin.

Hevdem, Papa Francis jî bang li civata navnetewî dike ku dawî li trajedîya mirovahîyê bîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bang li Amerîka û welatên cîhanê kir ku destek bide hewlên wê yên şerkirina DAÎŞ e.

Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî Amnesty International (AI) jî bang li bîragiştî ya navnetewî kiribû ku alîkarîya sîvîlên Êzîdî bike.

Amnesty International gotibû ku bi sedan sîvîlên ji Şengalê û deverên derdora hinda ne û tirs heye ku hatibin kuştin yan revandin.

AI bîr xistibû ku bi deh hezaran Êzîdîyên sîvîl li serê çîyan, bê av û nan û pêdivîyên bingehîn ase mane.

Lêxweşbûna Navnetewî bal kişandibû ku Êzîdî bi awayekî sîstematîk rastî giwaştin û zordarî tên û jiber ola wan ya dîrokî ew dibin armanca DAÎŞ.

XS
SM
MD
LG