Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Serokê Sûrîyê Beşar Esed Kontrola Welêt Hinda Dike


White House
Qesra Sipî dibêje, Serokê Sûrîyê Beşar Esed kontrola welêt hinda dike, piştî êrîşa kujêr ya dijî kesên gelek nêzîkî wî.

Daxuyanîya Qesra Sipî her wiha dibêje, Amerîka jibo veguherîneke sîyasî bi lêzûbezî ligel hevkarên xwe yên navnetewî dixebite.

Berdevkê Qesra Sipî Tommy Vietor got, “Ev qonaxeke rastîn e li dijî Esed e ku hêza opozîsyona seranser welêt xurtir û yekgirtitîr dike û dibe sedem ku pirtir kes ji refên rejîmê veqetin”.

Qesra Sipî her wiha got, rejîma Esed kontrola welêt ji dest ber dide û êdî dem hatîye ku gelê Sûrî û civata navnetewî li ser qonaxên pêş rawestin.

Tommy Vietor got, “Em jibo veguherîneke sîyasî li Sûrîyê bi lêzûbezî ligel hevkarên xwe yên navnetewî dixebitin”.
XS
SM
MD
LG