Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Rûsya li Sûrîyê Îxanet li Berpirsîyên Xwe Kir


Qesra Sipî dîyar kir ku bo qedandina bernameya çekên kîmyayî li Sûrîyê berpirsîyeke Rûsya heye, lê Moskowê îxanet li wê kiriye.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders ji rojnamevanan re da zanîn ku êrîşa li Gutaya Rojhilat û terza Serokê Sûrîyê Beşar Esad ya karanîna çekên kîmyayî dişibin hevdu.

Sanders dîyar kir ku Rûsya û Îranê jî jiber ku bo hikûmeta Sûrîyê piştgirîya alavan dane berpirs in.

‘’Rûsya bi awayekî eşkere îxanet li berpirsîya bo qedandina bernameya çekên kîmyayî ya Sûrîyê, kiriye’’ Sanders got.

Sanders da zanîn ku Serok Donald Trump bala xwe daye ser bersîvdana êrîşa kîmyayî û got ku Trump bi îstixbaratê bawer e.

XS
SM
MD
LG