Ajnasa Reuters li gûr Ajansa Nûçeyan ya Qeterî dibêje, Qeter derbarê binpêkirina serweriya esmanê welatê wan gilîya li dij Îmaratên Erebî yên yekgirtî "UAE" pêşkeşî Netewên Yekbûyî kirîye. Ajans dide zanîn ku, di 21î meha Kanunê de balefirek Îmaratan bihavê esmanê Qeter bezandîye .
Nûnera Qeter li Netewên Yekbûyî Şêxe Eliya Hamad bin Seyf Alsanî ragihandîye ku, wan Înê bi şêweke fermî derbarê bezandina serweriya esmanê Qeter namek ji sekirterê giştî yê NY Antonio Guterres re şandîye. Di namê de hatiye ku, sibeya 21î Kanuna bûrî balefirek Îmaratan di seat 9:45 xulek de, li gûr wextê navxwe yê Qeter, bo mawê yek xûlek maye li esmanê welatê wan û gotîye "Ev buyer binpêkirina serweriya dewleta Qeterê û têkdana ewlekariya sinor û axa wê ye, zêdebarî binpêkirina biryar û qanûna navnetewî û peymanên û pêkhatinên di nava welatan de ye".
Ji aliyê xwe ve Enwer Qerqaş, wezîrê dewleta Îmaratan yê peywendiyên derve liser hesaba xwe ya Twîterê gotiye, îdiayên Qeterê nerastin. Herwiha dibêje, ewê bersiva Qeterê bi delîl û belge bidin ku, Qeter rast nabêje û hin tiştên veşartî lijêr masê ne, Qeter dixwaze nakokiyan gur bike.
Ji hejî bîrxistinê ye ku, ev demek dirêje alozî di navbera Qeter ji aliyekî û Misrê û hersê welatên Kendavê: Îmara, Erebistana Saûdî û Behreyin tên berdewam kirin, hersê welatên Kendavê tevî Misrê, welatê Qeterê bi piştevaniya terorê û têkiliyên bi Îranê re tawanbar dikin, lê Qeter hertim wan îdiayan rerd dike.